Dinya

Li Bexdayê "Pirtûkxaneya gerok"

Xwendekarê Zanîngehê Elî Mûsewî wesayîta xwe wek pirtûkxane dîzayn kiriye kuçe û kolanên Bexdayê serobin dike û pirtûkan digihîne hezkirên pirtûkan.

Abdullah Tel  | 26.05.2017 - Rojanekırın : 29.05.2017
Li Bexdayê "Pirtûkxaneya gerok"

Baghdad

BEXDA

Xwendekarê Zanîngehê Elî Mûsewî wesayîta xwe wek pirtûkxane dîzayn kiriye kuçe û kolanên Bexdayê serobin dike û pirtûkan digihîne hezkirên pirtûkan.

Mûsewî di Zanîngeha Bexdayê da xwendekar e û kamyoneta malê malbata wî ye bi derfetên xwe dîzayn kir û kir halekî nû. Kamyoneta wî ya ku niha wek camekana pirtûkxaneyê xuya dike bala şêniyên Bexdayê dikişîne ser xwe.

Lê Mûsewî ji bilî balkişandinê xwedî armanceke din e lewra ew dixwaze ji wan kesên hezkirên xwendinê ne lê derfeta wan a peydakirina pirtûkan tuneye ra xizmetê bike.

- Li Iraqê peydakirina pirtûkan hêsan nîne

Li Iraqê ji ber şer û pevçûnên bi salan e dewam dike pirtûkxaneyên mirov bikaribe bi hêsanî lê pirtûkan peyda bike gelek kêm in.

Mûsewiyê ji bo helkirina vê pirsgirêkê "wesayîta xwe kir "pirtûkxaneya gerok" û li kuçe û kolanên paytext digere daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ez bi piranî diçim derên ku wesayît zêde naçinê û pirtûk lê zêde tunene. Bi taybetî jî ez diçim herêmên perwerdehî lê zêde tuneye. Pirtûk ji ber ku di wesayîtê da hatine rêzkirin barkirin û birina wan jî gelek hêsan e. Dema milet wesayîteke tijî pirtûk dibînin bala wan dikişîne. Rêzkirina pirtûkan jî balê dikişîne."

Hin kes dixwînin û hin kes jî distînin

Ciwanê iraqî got ku ji pirtûkxaneya gerok îstifade heye û hin kes ji ber ku nikarin bikirin pirtûkan bi tenê dixwînin lê yên xwedî îmkan jî distînin.

Mûsewî diyar kir ku herî zêde pirtûkên cureya wan roman in tên firotin.

Şêniyên Bexdayê jî ji vî karê ku Mûsewî dike razî ne û hêvî dikin xwendin li çar aliyê welêt zêde bibe û ev sepandin dewam bike.









Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın