Dinya

Li gorî Trump çapemenî parçeyekî mezin ê problemê ye

Serokê DYAyê Trump li mitînga Floridayê qala îcraetên xwe yên mehekê kir û herwiha bi awayekî tund rexne li çapemeniya DYAyê girt

19.02.2017 - Rojanekırın : 20.02.2017
Li gorî Trump çapemenî parçeyekî mezin ê problemê ye

Washington DC

WASHINGTON

 Serokê DYAyê Donald Trump li mitînga Floridayê qala îcraetên xwe yên mehekê kir û bi awayekî tund rexne li çapemeniya DYAyê girt û wiha got, "Dema ku çapemeniyê derew kir û însan xapandin, ezê nehêlim ku hema wisa xwe ji derewa xwe bişon."

Serokê DYAyê Trump piştî ku di 20ê Çileyê da li qoltixê seroktiyê rûnişt, mitînga xwe ya pêşî li bajarê Melbourneê yê eyaleta Floridayê kir.

Trump digel jina xwe Melania Trump hat qada mitîngê û xîtabî qedera 9-10 hezar kesî kir. Trump di axaftina xwe da bi piranî qala îcraetên xwe yên aborî kir û herwiha bêyî ku navê wan bilêv bike, rexne li hin dam û dezgehên çapemeniyê yên ku serê wî bi wan diêşe kir.

Trump bal kişand ku "Pêşengên Avakar" ên DYAyê jî wê demê li hemberî çapemeniyê têkoşîn dane û wiha got, "Çapemenî, êdî bû parçeyekî mezin ê problemê û di heman demê da bûye parçeyekî pergala kurmîbûyî. Carna rastî ji naveroka nûçeyan cudatir e."

Trump îdia kir ku çapemeniyê bêyî delîlan der heqê rêveberiya wî da gelek nûçeyên derew belav kir û wiha got, "Dema ku çapemeniyê derew kir û însan xapandin, ezê nehêlim ku hema wisa xwe ji derewa xwe bişon."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın