Dinya

Mehkûmên filistînî dev ji greva birçîbûnê berdan

Mehkûmên filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê da 40 roj in dest bi grevaya birçîbûnê kirine dev ji grevê berdan.

Nihat Kavşut  | 27.05.2017 - Rojanekırın : 28.05.2017
Mehkûmên filistînî dev ji greva birçîbûnê berdan

Quds

QUDIS

Mehkûmên filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê da 40 roj in dest bi grevaya birçîbûnê kirine dev ji grevê berdan.

Qeddura Farisê Serokê Komeleya Mehkûmên Filistînê destnîşan kir Îdareya Girtîgehê ya Îsraîlê û mehkûmên di grevê da li hev kirin û got li gor vê mehkûman îro navber dan greva birçîbûnê.

Faris daxuyanî da WAFAya ajansa nûçeyan a Filistinê û diyar kir Merwan Bargusiyê mehkûmê ji Filistînê û pêşengên mehkûmên din qederê 20 saetan bi rayedarên Îsraîlê ra mizakere kirin û biryar hat dayîn navberê bidin grevê.

Îdareya Girtîgehê ya Îsraîlê jî ragihand li ser peymanê mehkûman dev ji greva birçîbûnê berdane.

Qederê hezar û 500 mehkûmên filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê da ne ji ber niheqî û zexta Îsraîlê di 17ê nîsanê da dest bi greva birçûnê kiribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.