Dinya

Pîrozbahiyên referandûmê li Herêma Kurdistana Iraqê dest pê kirin

Welatiyên ku li ber Qeleya Hewlêrê ya dêrîn kom bûn Alayên Herêma Kurdistana İraqê hildan û pîrozbahiya serkeftina pêvajoya referandûmê û rêjeya beşdariya zêde kirin

Muhammet Kurşun  | 25.09.2017 - Rojanekırın : 25.09.2017
Pîrozbahiyên referandûmê li Herêma Kurdistana Iraqê dest pê kirin

Arbil

HEWLÊR

Li Herêma Kurdistana Iraqê hê encama referandûmê serxwebûnê nehatiye ragihandin lê xelkê Hewlêrê dest bi pîrozbahiyan kir.


Welatiyên ku li ber Qeleya Hewlêrê ya dêrîn kom bûn Alayên Herêma Kurdistana İraqê hildan û pîrozbahiya serkeftina pêvajoya referandûmê û rêjeya beşdariya zêde kirin.

Li gor rêjeyan hetanî niha beşdariya li hinek bajar û navçeyên Herêma Kurdistana Iraqê wiha ye:

Hewlêr ji sedî 86, Duhok ji sedî 90, Kerkûk ji sedî 79, Zaxo ji sedî 94, Deşta Nînowayê ji sedî 80, li Xaneqînê ji sedî 92, li Akrê ji sedî 94, li Soranê ji sedî 86, li Mexmûrê ji sedî 87, li Tûzxurmatûyê ji sedî 67, li Şengalê ji sedî 92, li Celewlayê ji sedî 87, li Qeretepeyê ji sedî 62, li Cebare ji sedî 62, li Simêlê ji sedî 92, li Berdereşê ji sedî 92, li Herîrê ji sedî 95 û li Şêxanê ji sedî 90 pêk hat.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın