Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg ji Tirkiyeyê lêborîn xwest
Personelê artêşa Norwêcê yê ku di tetbîqata NATOyê da Serokomar Erdogan wek bi dijmin ra hevkariyê dike nîşan dabû ji wezifeyê hat hildan. Fermandariya Hevbeş ya Navenda Herbê li Norwêcê jî der barê mijarê da nameya lêborînê weşand.
Ankara
Personelê artêşa Norwêcê yê ku di tetbîqata NATOyê da Serokomar Erdogan wek bi dijmin ra hevkariyê dike nîşan dabû ji wezifeyê hat hildan. Fermandariya Hevbeş ya Navenda Herbê li Norwêcê jî der barê mijarê da nameya lêborînê weşand. Herwiha Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg ji ber skandala tetbîqatê ji Tirkiyeyê lêborîn xwest. Stoltenberg wiha got: "Ew kesê bû sedema bûyeran ne xebatkarê NATOyê ye. Karmendekî sivîl ê ku ji hêla Norwêcê va bi peyman hatiye wezîfedarkirin e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.