Dinya

"Wesayîtên waliyên Dewleta Osmaniyan xebitandine, tên parastin"

Li Bexdayê wesayîtên ku waliyên heyama Dewleta Osmaniyan xebitandine ji hêla Şaredariya Bexdayê va tên parastin.

Abdullah Tel  | 18.01.2018 - Rojanekırın : 22.01.2018
"Wesayîtên waliyên Dewleta Osmaniyan xebitandine, tên parastin"

Baghdad

BEXDA

Li Bexdaya paytextê Iraqê wesayîtên ku waliyên dawîn ên heyama Dewleta Osmaniyan jî xebitandine û tarîxî ne tên parastin.

Wesayîtên dîrokî yên ku perçeyek ji dîroka Bexdaya demekê di bin hikmê Dewleta Osmaniyan da bû niha di otoparka bin avahiya Şaredariya Bexdayê da tên parastin.

Waliyên heyama dawîn a Dewleta Osmaniyan di navbera salên 1904 û 1917an da van wesayîtan şaredarî lê xwedî derketiye wek wesayîtên meqam (ji bo kar û bar ên dewletê) şixulandine. Li otoparka şaredariyê wesayîtên di heyama kraliyet û komarê da ji hêla rayedarên dewletê va hatine emilandin jî tên parastin.

Ji bo qismek van wesayîtên ku demekê kuçe û kolanên Bexdayê serobin kirine temîr û restore hewce dike. Ji ber pirsgirêka ewlehiyê ya welêt û eleqedar nebûna rayedarên dewletê yên piştî sala 2003an hatine ser kar piraniya wesayîtan dirizin. Ev cihê wesayît lê ne jî ji bo xelqê vekirî nîne.

Berpirsê Berhemên Dîrokî yên Şaredariya Bexdayê Adîl Ardawî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji 26 wesayîtan qismek ji heyama Dewleta Osmaniyan mane.

Ardawî wiha got: "Wesayîtên modelên wan salên 1904 û 1917 ne di heyama Dewleta Osmaniyan da ji hêla waliyên Bexdayê Ebûbekir Hazim û Silêman Nazîf Paşa va hatine xebitandin. Ev wesayîtên ji wê demê ji me ra wek mîrat mane dema bên temîrkirin mimkun e ku bişixulin."

Şaredariya Bexdayê dixwaze ku wan wesayîtan li kevngeheke ji gel ra vekirî rêz bike û derxe pêş welatiyan û ji bo vê jî projeyek amade kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.