Jiyan

Emrê xwe li salona sînemayê derbas kir

Li Diyarbekirê Abdulkadîr Aydin dema 9 salî bû li sînemayê xazoz difrot. Piştre sê xaniyên ku ji bavê wî man firot û salona sînemayê kirî. Aydin ev 50 sal e weka roja ewil bi kêf li salona sînemayê dixebite.

28.03.2017 - Rojanekırın : 29.03.2017
Emrê xwe li salona sînemayê derbas kir

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Abdulkadîr Aydinê Diyarbekirî ev 50 sal e karê sînemayê dike.

Aydinê 59 salî dema 9 salî bû ji bo debara malbata xwe li salonên sînemayê qazoz difrot. 30 sal berê sê xaniyên ku ji bavê wî mîrat man firot û saloneke sînemayê kirî. Aydin ev 50 sal e hîn weka roja ewil bi kêf karê xwe dike.

Aydin kesê herî dawiyê ye li Diyarbekirê karê sînemeya herêmî dike û di 50 salan da ji 10 hezarî zêdetir fîlm temaşe kirine. Aydin ji ber ku her kes diçe sînameyên neteweyî ji aliyê aboriyê ve di tengasiyê de ye. Ji ber ku 5 xebatkar, keç û kurê wî dev ji kar berdane ew bi tena serê xwe dixebite.

Aydin tena serê xwe salonê paqij dike, karê rênîşandanê û makînîstiyê dike, xwarin û vexwarinê difroşe. Aydin got ku ji karê xwe kêfxweş e û wiha dewam kir û dema ez 16 salî bûm min ev sînemaya kirî.

Aydin diyar kir, di salên 1960î da her çend nifûsê Diyarbekirê hindik bû, dîsa jî 10 salonên sînemayê hebûn û hemû jî di her seansê da tije dibûn û wiha dewam kir:

"Salona herî piçûk 600 û 800 kes hildida. Li Tirkiyeyê ji bajarên temaşevanên sînemayê lê herî zêde yek jî Diyarbekir bû. Sînemayên Diyarbekirê di nav sînemayên herî mezin û herî luks ên Tirkiye û Balkanan da bûn. Karê sînemayê jî di nav pîşeyên herî berbiçav da bû, em bi kêfxweşî dixebitîn."

Aydin diyar kir, her ku dem û dewran guherî, salonên sînemayê jî yek û yek hatin girtin û ew di şert û mercên dijwar da pîşeyê xwe yê ku pir jê hez dike, didomîne.

- "50 sal e min hîç betlaneya cejnê nekiriye"

Aydin diyar kir, wî berê bi 5 karker, keç û kurê wî va karê sînemayê dimeşand, lê êdî ew mecbûr maye û tenê dixebite û wiha dewam kir:

"Kesê ku ji sînemayê hez neke û eşqa wî li ser tunebe, nikare vî karî bike. Ji vî karî ra fedakarî divê. Min ji bo pera ev kar nekir. 50 sal e min hîç betlaneya cejnê nekiriye. Hin caran seans tunebin jî xwendekar bi rêya têlefonê digihêjin min û dixwazin fîlm temaşe bikin. Ez bi wan fîlm didim temaşekirin. Dema ku ez kêfxweşiya wan dibînim, ez jî pir pê kêfxweş dibim. Ez careke din bêm dinyayê ez ê dîsa karê sînmayê bikim. Hin însan min dema tenê dibînin dibêjin 'vî karî berde, here ji xwe re karekî din bike.' Ew min fehm nakin, ji ber vê van tiştan dibêjin. Ez ji sînemayê gelekî hez dikim. Ev kar ji bo min sewda ye, eşq e."

- "Min heta niha 10 hezar film temaşe kirine"

Aydin got ku ew di karê xwe de gelekî bi disîplîn hereket dike û wiha dewam kir:

"Ji ber karê xwe min hemû fîlm temaşe kirine. Min ewqasî temaşe kirine êdî min hemû fîlm ji ber kirin. Êdî ez bi dengê fîlmê dizanim ka ew fîlm wê kengî xilas be. Hin fîlm hene belkî min sed carî temaşe kirine. Min di 50 salan de 10 hezar fîlm temaşe kirin."

Aydin ji bo fîlmên ku bêpere ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê tên nîşandin jî wiha got: "Ev xebatên ji bo çand, huner û sînemayê tên kirin ez gelekî kêfxweş kirim. Ez jî arîkariya wan dikim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın