Jiyan

Li Kahramanmaraşê payiz rengîn û ciwan e

Li Kahramanmaraşê bi hatina payizê re dîmenên rengîn derketin meydanê

Sevim Hatun  | 16.11.2017 - Rojanekırın : 18.11.2017
Li Kahramanmaraşê payiz rengîn û ciwan e

Kahramanmaraş

KAHRAMANMARAŞ

Li Kahramanmaraşa ku lê qada "mîqroklîma" heye bi hatina payizê re dîmenên rengîn derketin meydanê.

Li herêma Suluyayla ser sînorê Zozana Başkonuşa girêdayî navçeya Onikişubatê bi hatina payizê re pelên daran zer û sor bûn, di dîmenên ji hewayê ve hatin kişandin de herêm bi rengên sor û zer û şîn, xweş xuya dike.

Li herêmê darên çaman şîn xuya dikin, herwiha ji ber bilindî û îqlîma herêmê lê 25 cure dar û giya hene. Dîmenên vê demsalê li herêmê derketin meydanê dişibin karpostalan.

Endamê Yekeya Lêgerîn û Xilaskirinê ya Şaredariya Mezin a Kahramanmaraşê û Wênegir Çetîn Canli ji nûçegihanê AAyê re wiha axivî:

"Li Kahramanmaraşê cureyên dar û gihayan zêde ne. Em dizanin ku li vê herêmê 25 cure dar û giya hene. Mimkun e ku em li vê derê rengê zer, sor û şîn bi hevdu re bibînin. Ev jî ji bo wênegir û siruşthezan firsendek e. Em li Zozana Başkonuş û Andirinê geriyan û me dîmenên xweş ên siruştê girtin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın