Jiyan

Li Mûşê jiyana koçeran a bizehmet

Li herêmê koçerên ku derketine zozanan dûrî teknolojiyê jiyaneke zehmet, lê ewqasî jî birengîn dijîn.

Türkan Tosun  | 20.07.2017 - Rojanekırın : 25.07.2017
Li Mûşê jiyana koçeran a bizehmet

Muş

MÛŞ

Li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat ji ber ku hewa germ bû koçer ji zû ve ye derketin zozanan û li wir dûrî teknolojiyê jiyaneke zehmet lê ewqasî jî birengîn dijîn.

Koçerên ku ji bajarên der û dor hatine zozanên Mûşê her roj bi sedan pezî didoşin, penêrê ku çêkirine li keran bar dikin û dibin difrioşin taciran.

Zarokên koçeran jî alîkariya dê û bavên xwe dikin û piştî alîkariyê ji xwe re dilîzin.

- "Em ji jiyana xwe ya ku dûrî teknolojiyê ye razî ne"

Mehmet Dankerê ku ji Îdila navçeya Şirnexê hatiye zozanê Şenyaylayê got ev 40 roje ew li zozanê iî 900 pezî her roj 140 kîlo şîr didoşin û penêr çêdikin.

Danker wiha axivî: "Em havînê zarokên xwe hildidin derdikevin zozanan. Ew bi karikan şa dibin û alîkariya me dikin. Her çîqas em ji teknolojiyê dûr bin jî em ji jiyana xwe ya ku dûrî teknolojiyê razî ne."

- "Ji ber ku ev zozan hênik e em hatin li vir"

Koçer Abdulbarî Danker jî got wan heywanên xwe ji Şirnexê anîne zozanê û ew rojê du caran pezên xwe didoşin, rojê 500 kîlo penêr dişînin Mûşê ku bê firotin.

Danker wiha axivî: "Ji ber ku ev zozan hênik e em hatin li vir zarok hemû wextê xwe li vir derbas dikin, bi heriyê û avê re dilîzin. Pezan didoşin şîr li keran bar dikin tînin."

- "Em karikan bi bîberonê xwedî dikin"

Ruken Dankera qîza Mehmet Danker jî got ew li zozanê dema xwe xweş derbas dike û wiha dewam kir: "Ez li zozanê him birayê xwe yê biçûk xwedî derdikevim û him jî karikan dinêrim. Em sibê, nîvro û êvarê bi bîberonê şîr didin wan. Ji bilî vê ez di karên malê de jî alîkariya diya xwe didim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın