Jiyan

Xeyalên ku di tendûrê da şewitîn bi xêra basketbolê şîn bûn

Mevlut Erdencî: "Beriya ku ez dest bi basketbolê bikim ez ji jiyanê xeyidîbûm. Lê niha basketbol bû per û baskên min. Berê xêncî Mûşê ez neçûbûm derekî, lê vêga ez diçim gelek bajêr û welatî"

Önder Beyter  | 22.07.2017 - Rojanekırın : 23.07.2017
Xeyalên ku di tendûrê da şewitîn bi xêra basketbolê şîn bûn

Muş

MUŞ

 Li Mûşê Mevlut Erdencî ku di zaroktiya xwe da ji ber ku ket tendûrê û şewitî, bû astengdar. Mevlut ji ber hindê jiyana xwe ya mayîn li ser sandalyeya biteker didomîne. Lêbelê Erdencî di 13 saliya xwe da basketobl nas kir, gelekî xîret kir û hevrazî nava Tîma Neteweyî bû.

Mevlutê ku li Mûşê dijî di 3 saliya xwe da ket tendûrê û di encamê da dest û pêyên wî şewitîn. Mevlut ji wî çaxî vir va bû astengdar û herwiha bû mehkûmî sandalyeya biteker. Lê Mevlut dema ku bû 13 salî basketbol nas kir.

Werzişvanê ciwan pêşiyê di Klûba Werzişê ya Astengdaran a Mûşê da dest bi basketbolê kir û dû ra derbasî Tîma Neteweyî ya Ciwanan a Basketbola Sandalyeya Biteker bû.

Tîma Neteweyî ya Basketbola Astengdaran, di Şampiyonaya Basketbola Sandalyeya Biteker a Ewropayê ya Binê 22 Saliyê ku îsal di 8-16ê rêbendanê da li Îtalyayê hat lidarxistin da madalyona zêrîn bi dest xist û herwiha di Şampiyonaya Basketbola Sandalyeya Biteker a Binê 22 Saliyê ya Dinyayê ku îsal di 8-16ê hezîranê da li Torontoya paytexta Kanadayê hat lidarxistin da bû duyemîn. Mevlut Erdenciyê ku di nava vê tîma serkeftî da ye ji bo zêdetir serkeftinê, xebatên xwe bênavber didomîne.

- "Basketbol bû per û baskên min"

Mevlut Erdencî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ji basketbolê zehf hez dike û dema ku basketbolê dilîze pir kelecanî dibe.

Mevlut diyar kir ew pê serbilind e wekî ku li dervayî welat nûnertiya Tirkiyeyê dike û wiha xeberda, "Beriya ku ez dest bi basketbolê bikim û ji bo tîma neteweyî bêm vexwendin, ez ji jiyanê xeyidîbûm. Lê niha basketbol bû per û baskên min. Berê xêncî Mûşê ez neçûbûm derekî, lê vêga ez diçim gelek bajêr û welatî."

Mevlut Erdencî bal kişand ku divê astengdar ji jiyanê nexeyîdin û teqez bi şaxeke werzişê ra eleqedar bibin.

- "Mevlut gelekî bixîret bû"

Serokê Klûba Werzişê ya Astengdaran a Mûşê Bedrî Korkmanz jî diyar kir ji bo ku astengdar jî tevlî jiyana sosyal bibin, ew xebat û fealiyetan dimeşînin.

Korkmaz got ku wan, Mevlut kir endamê klûbê û wiha xeberda:

"Mevlut gelekî bixîret bû û pir xebitî. Mevlut bû rûmeta Mûşê. Em spasiya wî dikin ku alaya Tirkiyeyê da bilindkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın