Polîtîka

Çavuşoglu "Îran dixwaze Iraq û Sûriyê bike şiî"

Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu:"Îran dixwaze Iraq û Sûriyê bike şiî"

Muhammet Kurşun  | 19.02.2017 - Rojanekırın : 20.02.2017
Çavuşoglu "Îran dixwaze Iraq û Sûriyê bike şiî"

Schleswig-Holstein

MUNÎH

 Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu rexne li piştgirên rêxistinên terorî DEAŞ û YPGê girt û got: "DEAŞ û YPG û rêxistinên din ên terorî çekan difiroşin hev. PKK van çekan di êrişên terorî li dijî Tirkiyê de bikar tîne. Tirkiye muttefiqeke Emrîkayê ye, lê çima di vê têkoşînê de pişta xwe didine rêxistineke din a terorî?"

Çavuşoglu, piştî xeberdana xwe ya li panêla "Qeyranên Berê û Rojhilata Navîn a Nû" ku di çarçoveya Konferansa Ewlehiya Munîhê hatibû lidarxistin cewaba pirsan da.

Çavuşoglu destnîşan kir ku hin çalakiyên Îranê binê îstiqrara herêmê dike û got: "Îran dixwaze Iraq û Sûriyê bike şiî".

Diyar kir ku ji bo îstiqrar û ewlehiya herêmê lazim e Îran van çalakiyên xwe bidawî bîne.

Çavuşoglu diyar kir ku di têkoşîna li dijî rêxistineke terorî de terorîsteke din nayê destekkirin û wiha axivî:

"Karê rêvebiriya Emrîkayê ya berê xeletiyek e. Wan çek dan YPGê, PKKê ew çek wergirtin. DEAŞê hin ji wan bidest xistin. Ev bi dor cih diguherînin. DEAŞ û YPG û rêxistinên din ên terorî çekan difiroşin hev. PKK van çekan di êrişên terorî li dijî Tirkiyê de bikar tîne. Tirkiye muttefiqeke Emrîkayê ye, lê çima di vê têkoşînê de pişta xwe didine rêxistineke din a terorî?"

Çavuşoglu der barê hevkariya hêzên mehellî de got Mertalê Feratê mînakeke baş e û diyar kir ku hindik maye Bab were paqijkirin. Herwiha bibîr xist ku bi heman awayî digel Emrîka û hêzên koalîsyonê Reqqa jî dikare were rizgarkirin: "Ji bo piştgiriya hêzên mehellî hin muttefiqên me dikarin hêzên xwe yên taybet bişînin sehayê."

Wezîrê Derveyî got ev pêşniyar ji Sererkanê Emrîkayê Joseph Dunford re jî birine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın