Polîtîka

"Lihevkirina DEAŞ û PYD/YPGê bûyereke pir wehîm e"

Wezareta Karên Derva: "Di peymana qala wê tê kirin da têkoşîna li dijî rêxistineke terorî bi rêxistineke din a terorî ra tê birêvebirin û vê yekê jî nîşan da ku wê ev rêxistinên terorî bi hev ra şirîkatiyê bikin û ev yek jî bû mînaka vê rastiyê"

15.11.2017 - Rojanekırın : 15.11.2017
"Lihevkirina DEAŞ û PYD/YPGê bûyereke pir wehîm e"

Istanbul

ANKARA

Wezareta Karên Derva ji ber lihevkirina ku DEAŞ û PKK/PYDa rêxistinên terorî li Reqayê, daxuyanî da û diyar kir ku: "Vê yekê jî nîşan da ku wê ev rêxistinên terorî bi hev ra şirîkatiyê bikin û ev yek jî bû mînaka vê rastiyê."

Wezaretê di daxuyaniyê da wiha ragihand: "Di peymana qala wê tê kirin da têkoşîna li dijî rêxistineke terorî bi rêxistineke din a terorî ra tê birêvebirin û vê yekê jî nîşan da ku wê ev rêxistinên terorî bi hev ra şirîkatiyê bikin û ev yek jî bû mînaka vê rastiyê."

Wezaretê jî lihevkirina rêxistinên terorî wek rûdaneke honawerî binav kir û ragihand ku lihevkirina qaşo Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ku di bin kontrola PYD/YPGa baskê PKKa rêxistina terorî ya li Sûriyeyê bi DEAŞê re bûyereke pir wehîm e.

Hat diyarkirin ku armanca PYD/YPGa rêxistina terorî li Sûriyeyê dijî DEAŞê têkoşîn nîne, ew dixwaze di wê gengeşiyê da "cihê piyê xwe çêbike" herêman dagir bike û li wan deran rewşa demografîk serobin bike.

Wezarea Karên Derva daxuyaniya Berdevkê Pentagonê Eric Pahonê ku ji bo lihevkirina PKK/PYDê û DEAŞê gotibû Emrîka rêzê nîşanî vê yekê dide jî bi bîr xist û diyar kir ku ew heyfa xwe li înkarnekirin û "nîşandana rêzê" li peymanê tînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.