Polîtîka, Dinya, Jiyan

Serokê DYAyê Trump li Vatîkanê ye

Trump û Papa Francîscus li Vatîkanê hatin bal hev.

Türkan Tosun  | 24.05.2017 - Rojanekırın : 25.05.2017
Serokê DYAyê Trump li Vatîkanê ye

Holy See (Vatican City State)

VATÎKAN

Serokê DYAyê Donald Trump li Vatîkanê bi Papa Francîscus re hevdîtin kir.

Trump û Papa li pirtûkxaneya taybet a Papa ya ku li Qesra Apostolîk e hatin bal hev û qasî nîv saetî axivîn.

Beriya civînê rojnamevanan wêne kişandin. Her çiqas Trump rûken xuya bike jî hat dîtin ku kêfa wî ne di cih de ye, tevgerên Papa yên sar jî bal kişandin.

Trump got ku ew serbilind e ku bi Papa re hatiye bal hev.

Piştî hevdîtina herduyan heyeteke ku ji 12 kesan pêk tê û tê de jina Trump Melanîa Trump, qîza wî Ivanka û mêrê wê Jared Kushner, Wezîrê Karên Derva Rex Tîllerson jî hene beşdarî wan bûn.

Melanîa Trumpa ku di ziyareta Erebistana Siûdî de serê xwe negirtibû, li Vatîkanê dêreyekî reş li xwe kir û li gor kevneşopiyan serê xwe girt.

Hat ragihandin ku Papa giştînameya "Laudato Sî" ya der barê parastina hawîrdor û têkoşîna guherîna av û hewayê de ye û du sal berê hatiye weşandin û madolyoneke ku li ser çiqilê zeytûnê ya ku sembola aştiyê ye wek diyarî da Trump.

Trump jî pirtûkên Martîn Luther Kîng diyariyî Papa kir.

Donald Trump wê bi Sekreterê Dewletê yê Vatîkanê Kardînal Pîetro Parolîn re jî hevdînekê bike û paşê Sîstîne Şapela dîrokî bigere.

Piştî ziyareta Vatîkanê Papa wê Serokomarê Îtalyayê Sergîo Mattarella re jî hevdîtinê bike û ji bo civîna Serokên NATOyê wê here Brukselê.

- Hevdîtina ku dihat meraqkirin

Trump û Papa der barê guherîna avûhewayê de û mijara penaberan de cuda difikirin û hin caran pir sert axivîbûn. Ji ber wê gelek rojnamevanan ev hevdîtin şopand.

Duh êvarê beriya hevdîtina Trump û Papa endamên Greenpeaceyê li ser kolana Concîlîazîoneyê ya Vatîkanê dirûşme berz kirin û protesto kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın