Polîtîka, Dinya, Perwerdehî

Zanîngeha Bîngolê bi 13 zanîngehên Herêma Kurdistanê ra peyman îmze kir

Zanîngeha Bîngolê bi 13 zanîngehên li Herêma Kurdistana Iraqê ra di warê "Peymana Hevkariyê ya Guherîna Akademîk" û "Bernameya Guherînê ya Mewlana" da protokolên hevkariyê îmze kirin.

Nihat Kavşut  | 24.05.2017 - Rojanekırın : 25.05.2017
Zanîngeha Bîngolê bi 13 zanîngehên Herêma Kurdistanê ra peyman îmze kir

Ankara

ANKARA

Bi mazûvaniya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê di 17-19ê gulana 2017an da sempozyuma bi navê "Hêviyên Zanîngehan Ji Hevkariya Zanîngehan" hat çêkirin û di encama komxebatên di dema sempozyomê da hatin kirin da bi 13 zanîngehên li Herêma Kurdistana Iraqê ra di warê "Peymana Hevkariyê ya Guherîna Akademîk" û "Bernameya Guherînê ya Mewlana" da protokolên hevkariyê hatin îmzekirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya zanîngehê da der barê peymanan da agahî hat dayîn.

Di daxuyaniya zanîngehê da wiha hat gotin: "Bi mazûvaniya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê di 17-19ê gulana 2017an da sempozyuma bi navê "Hêviyên Zanîngehan Ji Hevkariya Zanîngehan" hat çêkirin û di encama komxebatên di dema sempozyomê da hatin kirin da bi 13 zanîngên li Herêma Kurdistana Iraqê ra di warê "Peymana Hevkariyê ya Guherîna Akademîk" û "Bernameya Guherînê ya Mewlana" da protokolên hevkariyê hatin îmzekirin."

Hat destnîşankirin ji xeynî Prof. Dr. Îbrahîm Çapakê Rektorê Zanîngeha Bîngolê û Prof. Dr. Hakan Olgunê Alîkarê Rektor ji Tirkiyeyê 15 û ji Herêma Kurdistana Iraqê 15 bi tevahî nûner û rektorên 30 zanîngehan tevlî komxebatan bûn.

Hat diyarkirin di encama komxebetan da di navbera Zanîngeha Bîngolê û Zanîngeha Silêmanî, Zanîngeha Polîteknîk a Silêmanî, Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê, Zanîngeha Selaheddîn, Zanîngeha Dihokê, Zanîngeha Polîteknîk a Dihokê, Zanîngeha Zaxoyê, Zanîngeha Germiyanê, Zanîngeha Helebçeyê, Zanîngeha Koyayê, Zanîngeha Soranê, Zanîngeha Zanistên Beşerî û Enstîtuya Teknikî ya Heybet Siltan da di warê "Peymana Hevkariyê ya Guherîna Akademîk" û "Bernameya Guherînê ya Mewlana" da protokolên hevkariyê hatin îmzekirin û yên heyî jî hatin rojanekirin.

Tê plankirin bi peyman û protokolên hatin îmzekirin di heyamên pêş da ji Herêma Kurdistanê xwendekar bên Zanîngeha Bîngolê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.