Tirkiye

Li Diyarbekirê cebilxane û hişbir hat girtin

Li Licêya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 1,2 ton amonyum nîtrat, 150 funye, 23 hezar serî kirkirk, 205 kîlo esrara toz hatin girtin.

22.07.2017 - Rojanekırın : 23.07.2017
Li Diyarbekirê cebilxane û hişbir hat girtin

Diyarbakir

DIYARBAKIR

 Li Licêya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 1,2 ton amonyum nîtrat, 150 funye, 23 hezar serî kirkirk, 205 kîlo esrara toz hatin girtin.

Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li bakurê navçeyê ji bo ku terorîstên li çolê berteref bikin, sitargeh, baregeh, depo û kozikên balafirşikênan îmhe bikin, amûrên jiyanê bi dest bixin, hevkarên terorîstan derdest bikin, do bi şev di saet 20.00î da operasyon dan destpêkirin.

Di operasyonê da nasnameya 77 kesan hat kontrolkirin û herwiha ji wan 4 kes qaçaxên leşkeriyê bûn. Teblîxata wan hat kirin û dû ra hatin berdan.

Di operasyonê da wesayîteke ku di 30ê hezîranê da terorîstan talan kiribû hat dîtin, 1,2 ton amonyum nîtrata ku pê bombeyan çêdikin, 2 çenteyên piştan, 25 bombeyên destan, 9 bêtêlên wesayîtan, 6 bêtêl, 150 funye, 12 taxim kincên terorîstan, 2 tulumên razanê, 7 panço, 17 betanî, 15 taxim kincên berfê, 20 mêtreqere branda, 10 tupên mezin, 10 tupên piçûk, 500 pîl, 15 kîlo savar, 20 kîlo birinc û 250 pirtûkên rêxistinê hatin qefaltin.

Wek mayî 23 hezar serî kirkirk û 205 kîlo esrara toz hat dîtin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.