Tirkiye, Spor

"Em her tim li aliyê azadiyê û demokrasiyê bûn"

Wezîrê Spor û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç: "Em tu carê nebûn ew kesên ku odeyên qanîkirinê ava kirin û emê tu carê jî vê nekin. Em her tim li aliyê azadiyê û demokrasiyê bûn."

09.02.2017 - Rojanekırın : 11.02.2017
"Em her tim li aliyê azadiyê û demokrasiyê bûn"

Ankara

ANKARA

Wezîrê Spor û Ciwanan Akîf Çagatay Kiliç mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê ye(AA).

Wezîrê Spor û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç:

"Em tu carê nebûn ew kesên ku odeyên qanîkirinê ava kirin û emê tu carê jî vê nekin. Em her tim li aliyê azadiyê û demokrasiyê bûn."

"Ciwan dibêjin 'belê, heqê me jî heye.' Helbet şert nîne ev heq her dem were bikaranîn. Li gor demokrasiyê hebûna vî heqî bi tena serê xwe hêzê dide. Li dinyayê li 57 dewletan emrê hilbijartinê 18 ye, li Tirkiyeyê çima nebe. Em ê ji ciwanên xwe bawer nebin? Em di hemû mijaran da ji ciwanên xwe bawer dikin."

"Ji destpêka damezirandina Komara Tirkiyeyê vir va li gor tiştên tên kirin rejima me eşkere ye. Ji 1923yan vir va Komara Tirkiyeyê xeleka herî dawîn a paşxaneya dewletê ya hezar salî ye û wê payîdar bimîne. Tiştê em dibêjin jî ev e, em berevajiyê vê nabêjin."

 "Berpirsiyariya kesên ji delegeyan ray sitendine û bûne rêvebirê qilûban jî heye. Hûn dikarin bibêjin 'Ez hatime hilbijartin, heqê min heye bixwazin kîjan fitbolîst û dîrektorî bistînim', lê berpirsiyariya vê jî heye. Pêşbirk diqede, meriv yan qezenc dike, yan wenda dike. Wê demê hestên meriv derdikevin pêş. Daxuyanyê nedin, aram bibin, bila dem derbas bibe. Wexta daxuyaniyê aram bin."

 "Sedema herî mezin a serkeftina klubên sporê bajar e. Di tîmên ku em mînak nîşan didin de yên li wî bajarî dijîn diçin pêşbirka tîmên xwe û piştgiriyê didin wan. Li cem me jî ji berê ve ev nêrîn heye 'ez diçim stadê, lê ez pereyê biletê nadim'. Tiştek wiha tune. Divê hûn biletê bistînin û piştgiriyê bidin tîma xwe. Niha ewê bibêjin 'biha zêde ye' lê em yên erzan in jî dibînin. Heke di stadeke 30 hezar kesî de 2 hezar kes bên pêşbirkê, wê demê qusirê nenihêrin wek klub divê hûn bibêjin "ev alîgir çima nayên?" û divê hûn li ser vê mijarê bixebitin."

Civîna Maseya Edîtoran a AAyê destpê kir û Kiliç di civînê da li ser rojevê diaxive, pirsên edîtor û nûçegihanan dibersivîne.

Daxuyaniyên Wezîr Kiliç dê ji ser malpera AAyê (www.aa.com.tr) û dê ji ser hesabê AAyê yê Twitterê (@anadoluajansi) jî demildest tên belavkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın