Tirkiye

Dîplomasiya telefonê ya Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu bi wezîrê karên derva yê Pakistan, Urdin û Ozbekistanê re li ser telefonê axivî

Fatih Gazioğlu  | 22.07.2017 - Rojanekırın : 23.07.2017
Dîplomasiya telefonê ya Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva

Ankara

ANKARA

 Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li ser têlefonê bi Sertaç Azîzê Wezîrê Karên Derva yê Pakistanê, Eyman es-Safadiyê Wezîrê Karên Derva yê Urdinê û Ebdulezîz Kamîlovê Wezîrê Karên Derva yê Ozbekistanê re axivî.

Li gorî agahiyên ku hatin hildan, Çavuşoglu bi wezîran re li ser meseleya Mescida Eqsayê û geşedanên li herêmê axivî.

Roja 14ê tîrmehê li pêşiya Mescida Eqsayê 3 filistîniyên ku tê îdiakirin êrişa çekdarî li dar xistibûn, hatibûn kuştin û 2 polêsên Îsraîlê jî miribûn. Piştî bûyerê Îsraîlê, Mescida Eqsayê girtibû û li vê derê destûra îbadetê nedabû. Piştra jî ji bo ziyaretan dedoktorên lêgerînê danîbûn ber derî.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.