Li DYAyê fitara yekemîn
Navenda Diyanetê ya Amerîkayê ji bo bi sedan misilmanên li Washington û derûdora wê bû noqteya fitara komî ya yekemîn
Washington DC
WASHINGTON
Navenda Diyanetê ya Amerîkayê (DCA) ji bo bi sedan misilmanên li Washington û derûdora wê bû noqteya fitara komî ya yekemîn.
Îsal jî misilmanên li devera paytext Washingtonê berê xwe dan DCAya li eyaleta Marylandê ku nîv saetê dûrî Washingtonê ye.
Di yekemîn roja meha Remezanê da zêdetirî 500 misilmanî beşdarî fitara DCAyê bûn û li restorana dezgehê fitara xwe vekirin.
Ji xeynî tirkan, misilmanên din ên ji miletên cuda yên ku li Washington, Maryland û Virginiayê dijînjî eleqeyeke germ nîşanî bernameya fitarê dan.
Piştre li Mizgefta Navenda Diyanetê ya Amerîkayê ku girêdayî DCAyê ye, nimêja terawîhê hat kirin.
Ji hêla din rayedarên DCAyê ragihandin ku heya dawiya meha Remezanê wê her roj fitar were dayîn.