Tirkiye

RTUK qenalên HKIyê ji TURKSATê der dixe

RTUKê ji bo qenalên K24 TV, WAAR TV û Rûdaw Tvyê mu lîsansên xwe yên weşanê ji Rêveberiya HKIyê sitendine, ji TURKSATê bên derxistin destbikar bû.

25.09.2017 - Rojanekırın : 26.09.2017
RTUK qenalên HKIyê ji TURKSATê der dixe

Ankara

ANKARA

Lijneya Bilind ya Radyo û Televizyonê (RTUK) ji bo qenalên K24 TV, WAAR TV û Rûdaw Tvyê mu lîsansên xwe yên weşanê ji Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) sitendine, ji TURKSATê bên derxistin destbikar bû.

Li gorî agahiyên ku ji rayedarên RTUKê hatin bidestxistin, WAAR TVyê 16ê temûzê di bernameya rewşa hewayê de herêma Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê weke "Herêma Kurdistanê" nîşan daye, herwiha dema derbarê rewşa hewaya parêzgehên Van û Diyarbekirê agahî daye navê wan parêzgehan weke "Amed" û "Wan" û li jêra wan jî "Bakurê Kurdistanê" nivîsiye.

Qenala "K24 TV"yê jî di weşanên xwe de herêmeke ku beşek ji her yek dewletên Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê di xwe de digire di bin navê "Kurdistan"ê de bi rengê zer nîşan daye. Herwiha dîsan herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê weke "Bakurê Kurdistanê" bi nav kiriye."

Herwiha hat ragihandin ku qenala "Rûdaw TV"yê jî heman cure weşan kirine.

Derbarê wan qenalên ku lîsansa wan ji RTUKê nehatiye sitendin de, ji ber ku di weşanên xwe de navsînorên Komara Tirkiyeyê bi navên dabeşkarane bi nav dibin xebat hat destpêkirin.

RTUKê îro di encama civînê de biryar da ku ji Turksat A.Şyê rabigihîne da weşanên wan qenalan bên rawestandin.

Li gorî biryarê, qenalên K24 TV, WAAR TV û Rûdaw Tv heger van îxlalan di nava 48 seatan raneke û weşanên xwe rast nake, wê weşanên wan li ser peyka TURKSATê bêne bi dawîkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın