Tirkiye

"Îmamê Myanmarê" yê Fetoyê anîn Tirkiyeyê

Muhammet Furkan Sokmenê ku hat tesbîtkirin "Îmamê Myanmarê" yê FETOyê ye, piştî dersînorkirinê ji wî welatî, anîn Tirkiyeyê.

Ahmet Aydın  | 27.05.2017 - Rojanekırın : 29.05.2017
"Îmamê Myanmarê" yê Fetoyê anîn Tirkiyeyê

Ankara

ANKARA

Muhammet Furkan Sokmenê ku hat tesbîtkirin "Îmamê Myanmarê" yê Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Pêkhateya Dewleta Paralel (FETO/PDY)ê ye, piştî dersînorkirinê ji wî welatî, anîn Tirkiyeyê.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên Ewlekariyê sitendin, Serokayetiya Daîreya Interpol-Europol a Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê ji rayedarên Myanmarê re radgihandin ku paseporta Sokmenî betal kirine.

Piştî ku 24ê gulanê ji Myanmarê hat dersînorkirin, bi balafirê anîn Bangkokê û li wêderê teslîmî rayedarên Interpol-Europolê yên Ewlekariya Tirkiyeyê tê kirin.

Balafir piştî ku xwe li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê danî Sokmen birin Şaxa Dije Terorê yya Midûriyeta Ewlekariyê.

Hat ragihandin ku piştî karûbarê li Ewlekariyê wê Sokmen sewqî dadgehê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.