Li Çîne ji ber sucên li ser înternetê 203 kes hatin binçavkirin
Li Çîne çeteya ji 203 kesên pêk tê û li ser înternetê 14,5 milyar dolar qezenca derqanûnî bi dest xist û sextekarî dikirin, hatin qefaltin.
Beijing
PEKÎN
Hat ragihandin ku li Çînê 203 kesên ku ji ser înternetê 100 milyon yuen(14,5 milyon dolar) sextekarî kirin, hatin binçavkirin.
Li gorî xebera Şinhuayê li eyaleta Şaanşiya bakurê rojhilata welêt 203 endamên çeteya ku ji ser înternetê bi listikên qumarê xelkê dixapînin, bi sucên qezanca derqanûnî û sextekariyê hatin binçavkirin.
Gumanbaran ji ser bernameyên mobîl "wechatpay" û "alipay" ku li giştiyê welêt tê bikaranîn, bi lîstikên qumarê xelk xapandin û 100 milyon yuen kom kirin.
203 endamên çeteya sextekariyê piştî xebatên sê mehan, ji aliyê wezîfedarên ewlehiyê hatin girtin. 200 kompîtur hatin girtin. Gumanbar sewqî dadgehê hatin kirin.