Zanist û teknolojî

Li Hindistanê fosîla nebatê ya 1,6 milyar salî hat dîtin

Zanyar dibêjin fosîla kewza sor a ku li Madhya Pradeşa eyaleta Hindistanê hat dîtin û emrê wê kêm zêde 1,6 milyar sal e dibe ku nebata herî kewn a dinyayê be.

15.03.2017 - Rojanekırın : 16.03.2017
Li Hindistanê fosîla nebatê ya 1,6 milyar salî hat dîtin

Ankara

ANKARA

Zanyar dibêjin fosîla kewza sor a ku li Madhya Pradeşa eyaleta Hindistanê hat dîtin û emrê wê kêm zêde 1,6 milyar sal e dibe ku nebata herî kewn a dinyayê be.

Ekîba lêkolînê ya di serokatiya Prof. Therese Sallstedta ji Muzeya Dîroka Tebîetê ya Swêdê da li nêzîkî bajarê Chîtrakootê kewza di nav kevirên tortul da dîtin.

Lêkolîneran gotin dibe ku eva fosîla emrê nebat û organîzmayên pirhucre 400 milyon salî ji ya tê zanîn dirêjtir bike û ji bo vê bibe delîl.

Lêkolîneran diyar kirin ku hucreya vê kewzê eynî hucreya kewza sor a behrê ye, heke delîlên din jî bidin ber fosîla 1,6 milyar salî ew ê bi taybetî ji bo nebatan û gelemperî jî ji bo organîzmayên pirhucre bibe delîla herî kewn.

Lêkolîneran destnîşan kirin ku herêma berê binê behrê bû ye di hin fosîlan da "kloroplast" heye, di hucreyan da amûrên ku fotosentezê dikin hatine dîtin. Hat ragihandin ku ev jî delîlê hucreya kompleks e.

Daneyên lêkolînê îro di kovara zanistê ya PIOS Bîologyê da hat weşandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.