Zanist û teknolojî

"Navê bernameya lêgerînê ya Tirkiyeyê Yaanî ye"

Midûrê Giştî yê Turkcellê Terzîoglu: "Navê bernameya lêgerînê ya Tirkiyeyê Yaanî ye. Emê daneyên Yaaniyê li Navenda Daneyan a Gebzeyê veşêrin."

Türkan Tosun, Fatih Gazioğlu, Haydar Şahin  | 25.10.2017 - Rojanekırın : 26.10.2017
"Navê bernameya lêgerînê ya Tirkiyeyê Yaanî ye"

Istanbul

ÎSTANBUL 

Midûrê Giştî yê Turkcellê Kaan Terzîoglu got "Navê bernameya lêgerînê ya Tirkiyeyê Yaanî ye."

Şirketa Turkcellê ji ber nasandina bernameya lêgerînê ya Tirkiyeyê çalakiyek li dar xist.

Midûrê Giştî yê Turkcellê Kaan Terzîoglu di çalakiyê de axivî û got Tirkiye ji ber ku bûye xwedî bernameya lêgerînê ya xwemalî ketiye nav welatên cîhanê.

Terzîoglu got êdî li dinyayê hêza herî girîng dane û teknolojî ye û divê Tirkiye jî daneyên xwe yên dijîtal li welêt bigre û bikaribe van bisepîne.

Midûr Terzîoglu wiha axivî: "Me gavek avête qada bernameya lêgerînê. Ev ne bernameya lêgerînê ya Turkcellê ye ya Tirkiyeyê ye. Bi piştgiriya me hemûyan va ewê mezin bibe. Me par navenda daneyan a herî mezin a Tirkiyeyê li Gebzeyê vekir. Emê daneyên Yaaniyê li Navenda Daneyan a Gebzeyê veşêrin."

Terzîoglu got ku navê bernameya lêgerînê ya Tirkiyeyê Yaanî ye û wiha dewam kir:

"Gava ku li ser nav de me lêkolîn dikir, me xwest ku ev nav hem tirkî be hem jî hêsan be û di aqilê mirovan de bimîne. Peyva yaaniyê em li Tirkiyeyê zêde bi kar tînin. Ev nav di hedefa me ya bazara Rojhilata Navîn û Rûsyayê jî tê bikaranîn. Di erebî de jî tê meneya "mîna"yê û rûskî jî telefuza wê hêsan e. Tiştên ku gelê Tirkiyeyê ecibandin li derva jî serkeftî dibin. Hedefe me ya ewil li Tirkiyeyê di bazarê de ji sedî 25 cihgirtin e."

Terzîoglu got ku heta du sê mehan ew ê sîstema xwe bi servîsên TV+, BîP, Lîfebox, Fulltrîp, Dergîlîk û Paycellê va jî entegre bikin û wiha got:

"Yaanî wê ekosîstema mobîlê ya Tirkiyeyê jî wê mezin bike. Em ê bi daneyên ku li ser bernameya lêgerînê kom bûn arîkariyê bidine aboriya Tirkiyeyê jî. Ev pêngav wê ji Platforma Daneyên Mezin re jî bibe bingehek."

Terzîoglu diyar kir ku bi daneyên hatin komkirin va ew ê platformê ava bikin û hemû pirsgirêk û hewcedariyên Tirkiyeyê tesbît bikin û wiha axivî: "Em nika servîsên Turkcellê li gor rêzê tevlî platformê dikin, lêbelê di demeke nêz da jî kesên ku dixwazin bernameyê xwe entegreyî Yaaniyê bikin jî bikaribin vê bikin. Bi saya vê jî firsenda karên teze ew ê derkevin holê."

- "Lêgerînên li ser Yaaniyê ji kotaya înternatê naxwin"

Terzîoglu destnîşan kir ku di banê Yaaniyê da tişta here teze jî entegrasyona bi têlefonên destan e û got, "Hûn jî dizanin ku hetanî îro ji 2,5 milyonî zêdetir cihazên me yên populer hatin firotin."

Terzîoglu got ku ew ê ji îro şûnda di hemû rêzên cîhazên Tyê da Yaaniyê barkirî bê û wiha pê da çû: "Wek mayîn nika General Mobîleya saziya têlefonan a xwemalî ya Tirkiyeyê Yaaniyê li têlefonên xwe bar dike û wisa difroşe. Cîhazên ewil ên Yaanî barkirî jî ev in. Nika bi Vestelê ra jî hevdîtinên me dewam dikin. Armanca me ew e ku têlefonên li Tirkiyeyê tên firotin bira Yaani barkirî werin firotin."

Terzîoglu got kesên ku dixwazin dikarin ji AppStoreyê û Google Playê Yaaniyê barî têlefonên xwe bikin.

Terzîgolu diyar kir ku çaxê bi Yaaniyê li agahiyekê bigerin kotaya înternetê danekeve, di ser da jî kesên bikarhênerê Turkcellê ku Yaaniyê barî têlefonên xwe bikin Turkcell mehê carekê gîgabaytek înternet dide wan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.