Zanist û teknolojî

Samsungê, sedemê arizeya Note 7an eşkere kir

Fîrmaya Koreya Başûr, ragihand û germbûna zêde û teqîna di Note 7an de ji bateryayên xerabe qewimiye

Muhammet Kurşun  | 23.01.2017 - Rojanekırın : 24.01.2017
Samsungê, sedemê arizeya Note 7an eşkere kir

Ankara

ANKARA

Fîrmaya Koreya Başûr Samsunga telefonên dest û eşyayên elektronîk hildiberîne, ragihand û germbûna zêde û teqîna di Note 7an de ji bateryayên xerabe qewimiye.

Şirketa ku navenda wê li Koreya Başûr e daxuyaniyeke çapemeniyê da û diyar kir ku di encamê lêkolînê de derketiye ku pirsgirêka Galaksy Note 7an ji xetaya bateryeyê qewimiye û ew jî di hilberînê de bûye.

Berpirsê beşa telefonên biaqil ê Samsungê Koh Dong-jin got: "Ev çend meh in, bi rêxistinên serbixwe yên di warê xwe de pispor me lêkolînên hessas meşandin. Em îro, ji her tiştî zêdetir xwe didin ser bidestxistina baweriya kiriyarên xwe."

Koh destnîşan kir ku Samsung der heqê tedarîkvanên bateryayan de serî li rêyên yasayî nade.

Şirketê li ser şikayetan hilberîna cîhaza Galaksy Note 7an di îlona par de sekinandibû. Samsungê piraniya cîhazên di piyaseyê de ku ji 3 milyonan zêdetir bûn komkiribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.