Lijneya ku di serokatiya Erdem Baçşi de kom bû faîza ku ji bo hefteyekê bi mawe tê dayîn ji sedî 4,5yî derxist, ji sedî 10an.
Faîza şevê ji bo Bankeya Navendî ji sedî 3,5yî derket ji sedî 8an, rêjeya fonkirina marjînalê ji sedî 7,75an derket ji sedî 12an. Faîza repoyê ku ji bo bankeyan deriyekî deynkirinê ye jî ji sedî 6,75an derket sedî 11,5an.
Faîza deyn dayînê jî ji sedî 10,25 bû û ew jî derket ji sedî 15an.