10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2015
ANKARA
Di çaryeka sêyemîn a salê de aboriya Tirkiyeyê xurt bû û ji sedî 4 mezin bû.
Saziya Îstatistikê ya Tirkiyeyê (SÎT) daneyên der heqê hasilaya navwelêt a nesafî ya çaryeka sêyemîn a salê de eşkere kir.
Li gor vê hasilaya navwelêt a nesafî ya bi rêbaza hilberînê di çaryeka sêyemîn a salê de li gor heman heyama par bi fiyetên sabit ji sedî 4 zêde bû û derket 34 milyar û 934 milyon lireyî, bi fiyetên carî jî ji sedî 12,1 zêde bû û derket 518 milyar û 637 milyon lireyî.
Hasilaya navwelêt a nesafî bi fiyetên sabit di 9 mehên îsal de li gor heman heyama par jî ji sedî 3,4 zêde bû û derket 97 milyar û 235 milyon lireyî, bi fiyetên carî jî ji sedî 11,1 zêde bû gihîşt trilyonek û 445 milyar û 614 milyon lireyî.