İbrahim Atmaca
30 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
İSTANBUL
Dolar di destpêka rojê da kêm bû û ji saet 09.50î pê va li der û dora 5,5470 lireyî tê firotin.
Duh piyaseyên navxweyî ji ber betlaneya fermî girtî bûn û dolar heta 5,5066 lireyî kêm bû û li gor roja înê ji sedî 0,49 kêm bû herî dawî bû 5,5654 lireyî.
Dolar îro di destpêka rojê da kêm bû û heta 5,5125 lireyî ket. Ji saet 09.50î pê va li gor firotina herî dawîn ji sedî 0,33 kêm bû û der û dora 5,5470 lireyî tê firotin. Di heman deqîqeyan da ewro ji sedî 0,23 kêm bû û bi 6,3125 lireyî, sterlîn jî ji sedî 0,12 kêm bû û bi 7,1024 lireyî tê firotin.
Li Ewropayê Brexit û fikarên li ser Îtalyayê ji aliyekê va dewam dikin û ji aliyê din va jî ji ber ku Serokwezîra Almanyayê û Seroka Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Xristiyan (CDU) Angela Merkelê daxuyand ku ew ê di meha berfanbarê da li Lijneya Giştî ya CDUyê ji bo wezîfeya serokatiya giştî û di 2021ê da jî ji bo wezîfeya serokwezîriyê nebe namzed, ewro kêm bû.
Parîteya ewro/dolar duh ji sedî 0,3 kêm bû û heta 1,1360 ket, îro jî dora 1,1380 ye.
Endeksa dolar jî duh bû 96,70, îro dora 96,71ê ye.