Nihat Kavşut
25 Sibat 2020•Rojanekirin: 26 Sibat 2020
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan: "Me îtxalata cixareyên elektronîk û nargîleyên elektronîk û cêhaz, perçe û solusyonên di wan da tên emilandin qedexe kir."
Pekcanê der barê biryara qedexekirina îtxalata cixareyên elektronîk da ku îro bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî da hat weşandin li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê destnîşan kir têkoşîna dijî memûlên titûnê û cixareyên elektronîk didomînin û got ku me îtxalata cixareyên elektronîk û nargîleyên elektronîk û cêhaz, perçe û solusyonên di wan da tên emilandin qedexe kir.
Pekcanê diyar kir di 2019an da 17,6 milyon pakêt cixareyên qaçax û 140 hezar lib cixareyên elektronîk qefaltine û got ku em ê di 2020an da jî nehêlin û têkoşîna xwe bidomînin.