Nihat Kavşut
07 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2018
ANKARA
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan: "Di mijdarê da me rekora îxracatê bi dest xist. Di kanûnê da jî em ê zêde bikin û 2018an bi rekorê biqedînin."
Pekcanê li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê destnîşan kir di mijdarê da rekora îxracatê bi dest xistine û got di kanûnê da jî em ê îxracatê zêde bikin û 2018an bi rekorê biqedînin.
Pekcanê diyar kir li dervayî welêt li 5 navend û 15 sektoran Navenda Ticaretê yên Tirkiyeyê hene û got em dixwazin li 35 ciyên din jî navendan vekin.
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê diyar kir di nav vê mehê da wê di e-ticaretê da dest bi sepana nîşana ewlebûnê bikin.
Ruhsar Pekcan der barê krediyên Turk Eximbankê da wiha peyivî: "Heta dawiya salê krediya ku Turk Eximbank dide emilandin wê bibe 44 milyar dolar. Em dixwazin 2019an da ev reqem derkeve 48 milyar dolarî."