Nihat Kavşut
23 Hezîran 2018•Rojanekirin: 23 Hezîran 2018
BURSA
Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şimşek: "Em di heyameke wisa da ne ku piştgiriya daxwazên ji derva hene, daxwazên li nav welêt piçekî tên asteke maqûl, bêhevsengiya di navbera ferqa carî û enflasyonê da çareser dibe û tê asta îdarekirinê. Me di warê polîtîkayên pere da gavên mezin avêtin. Fikarên li ser polîtîkayên maliyeyê bêwate ne. Em ê bi reformên bingehîn vê pêvajoyê zexm bikin."
Şimşek li Bursayê li otêlekê beriya ku tevî Hakan Çavuşogluyê Alîkarê Serokwezîr bi nûnerên karsazan ra bê bal hev daxuyanî da rojnamevanan.
Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şimşek destnîşan kir ku fikarên ji bona polîtîkayên maliyeyê bêwate ne û wiha axivî: "Em di heyameke wisa da ne ku piştgiriya daxwazên ji derva hene, daxwazên li nav welêt piçekî tên asteke maqûl, bêhevsengiya di navbera ferqa carî û enflasyonê da çareser dibe û tê asta îdarekirinê. Me di warê polîtîkayên pere da gavên mezin avêtin. Fikarên li ser polîtîkayên maliyeyê bêwate ne. Em ê bi reformên bingehîn vê pêvajoyê zexm bikin."
Mehmet Şimşek diyar kir ku Amerîka ji bona Tirkiyeyê dewlet û hevalbendekî girîng e û wiha got: "Mixabin rêvebiriya Amerîkayê li gor rêgeza ku daniye zehf meylê dike. Derbeyê li pergala ku piştî Şerê Cîhanê yê 2yemîn derket û gorî me niha li gor menfeet û berjewendiyên dinyayê ye dixe. Divê ez vê rasterast bibêjim, Amerîka di warê ticaretê da ji bona me şirîkekî mezin nîne. Lê ji bona me dewlet û hevalbendekî girîng e. Em li ser hin meseleyan li hev nakin, lê Amerîka dewleteke girîng e. Di ticaretê da û bi taybetî jî di warê îxracata otomotîvê da tesîra herî kêm li ser Tirkiyeyê çêdibe. Loma jî di vê mijarê da bona Tirkiyeyê fikar tuneye, lê bi giştî rewşê xera dike."