İbrahim Atmaca
01 Adar 2021•Rojanekirin: 02 Adar 2021
Bihayê xaza siruştî ji meha adarê pê va ji bo avahî, tîcaretxane, sanayî û santralên hilberîna ceyranê ji sedî 1 zem hat kirin.
Di malpera înternetê ya Şirketa Anonîm a Xetên Boriyan û Birina Neftê (BOTAŞ) da tabloya terîfeya meha adarê hat weşandin.
Li gor vê bihayê ku BOTAŞ seba xerîdarên avahiyan kifş dike ji sedî 1 zem hat ser bihayê xazê. Ji bo 1000 mêtrekup xaza siruştî 1289 lire, ji bo tîcaretxane, sanayî û santralên hilberîna ceyranê 1442 lire hat kifşkirin.
Bihayê xaza siruştî wek mehane tê hesabkirin.