Haydar Şahin
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
MOSKOVA
Kara Yandexa saziya înternetê ya ûrisan di çaryeka ewil a îsal da 3,7 milyar ruble zêde bû.
Di daxuyaniya saziyê da hat diyarkirin ku kara Yandexê di çaryeka ewil a îsla da li gor heman dema par ji 18 zêde bû û kar gihîşte 3,7 milyar rubleyî (kêm zêde 65 milyon dolar).
Hat destnîşankirin ku di çaryeka ewil a îsal da li gor heman dema sala 2016an dahata saziyê ji sedî 25 zêde bû û gihîşte 20,7 milyar rubleyî.
Yandex li Ewropayê di nav saziyên înternetê yên herî mezin da cî digire û di heman demê da li Rûsyayê xwediyê motora lêgerînê ya înternetê ya herî mezin e. Xêncî Rûsyayê li Tirkiye, Belarûs, Qazaxistan û Ukraynayê jî veberhênanên saziyê hene.