12 Adar 2016•Rojanekirin: 14 Adar 2016
ŞIRNAK
Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz destnîşan kir ku hikûmet li herêmên ku bûyerên terorê çêbûn veberhênanên mezin dike û wiha got: "Em ê bi hevkariyê Silopî û Şirnexeke xweş ava bikin."
Yilmaz li Silopiya navçeya Şirnexê piştî civîna şêwrê daxuyanî da û wiha got: "Em ê ji bo ku Silopiyeke bipergal û biplan were avakirin hewl bidin. Li Silopiyê tesbitên ji bo zirar û ziyanê hatine kirin."
Yilmaz diyar kir ku tîmên Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo avahiyên ku wê bi destê TOKÎyê bên çêkirin xebatên xwe berdewam dikin.
Wezîr Yilmaz diyar kir kesên ku 10 hezar lire zirar wan çêbûye wê demildest zirara wan were telafîkirin û got ku dosye hazir in û wê qederê 5 hezar avahî jê îstifade bikin.
Yilmaz destnîşan kir ku hikûmet li herêmên ku bûyerên terorê çêbûn veberhênanên mezin dike.
Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Em heman xebatan li Cizîr û navçeyên din jî dimeşînin. Li Cizîrê xebatên tesbitkirina zirarê dest pê kirin. Em li Silopiyê çi bikin, em ê li ciyên din jî heman tiştî bikin. Wek mînak tenê li Cizîrê 2 hezar ciwan bûn xwedîkar. Ew jî wê di 21ê adarê da dest bi kar bikin. Em ê perwerdeyên meslekî bidin. Em ê bi hevkariyê Silopî û Şirnexeke xweş ava bikin."