ÎSTANBUL
Li gorî daxuyaniya Saziya derecekirina puanên krediyê Moods'ê puanê krediyê yê puanê Kamûyê yê Yewnanistanê ya di asta "Caa2"yê de daxist asta "Caa3"ê û ji bo daketina puanê potansiyel, dest bi şopandina Yewnanistanê kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku encama referanduma ku dê roja yekşemê bê kirin, çi dibe bila bibe, îhtimala ku kredîtorên piştgiriyê bidin Yewnanistanê li gorî şopandina meha nîsanê kêm bûye. Her wiha hat ragihandin ku heke ji referandumê encama "Na" derê wê demê xetereya ku Yewnanistan ji herêma Ewroyê derê dê zêde bibe. Ev rewş jî ji bo kredîtorên sektora teybet gelekî ne baş e.