17 Adar 2017•Rojanekirin: 17 Adar 2017
ANKARA
Ahmet Arslanê Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir Tirkiye di navbera Asya û Ewropayê wekî pireyekê ye û wiha dewam kir: "Ne tenê Asya û Ewropa, ji bo Balkan, Rojhilata Navîn û Qafqasan jî wisa ye. Li ser axeke girîng 3 parzemînana digihîne hev. Loma jî em li gor vê projeyan çêdikin û dikin xizmetê."
Arslan destnîşan kir Pira Çanakkaleyê ya 1915an jî perçeyekî mezin a vê armancê ye û wiha got: "Ev pire Ewropa û Asyayê digihîne hev û barê ji Ewropayê tê sivik dike. Wek mayîn ji bo Ege û Behra Sipî kurtebirek e."
Ahmet Arslan destnîşan kir bi proganadayê dibêjin "aboriya Tirkiyeyê ber bi xirabiyê va diçe û wiha dewam kir: "Bi hevkariya kamu û saziyên taybet em vê projeyê çêdikin. Ev proje ji bo armancên 2023yan û yên ji pey wê ra gelekî girîng e."