Deniz Çiçek Palabıyık
10 Gulan 2022•Rojanekirin: 11 Gulan 2022
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha adarê da gorî meha beriya xwe 0,4 puan zêde bû û gihîşt 11,5an û hejmara bêkaran jî derket 3 milyon û 894 hezar kesî.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (SÎT) îstatîstikên hêza kar a meha adarê eşkere kir.
Li gor vê seranserê Tirkiyeyê hejmara kesên emrê wan ji 15 salî mezintire di meha adarê da gorî meha beriya adarê 153 hezar kes zêde bû û gihîşt 3 milyon û 894 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê jî ji sedî 0,4 zêde bû û derket 11,5an. Rêjeya bêkariyê jî li gor heman meha sala par 1,6 puan daket.