ÎSTANBUL
Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê (TÎM) daneyên îxracatê eşkere kir.
Li gor daneyan îxracata di meha nîsanê de li gor meha nîsana par ji sedî 9,8 daket û bû 11 milyar û 800 milyon dolar.
Di reqamên îxracatê yên TÎMê de îxracata 4 mehên ewil ji sedî 8,1 daket û bi tevahî bû 48 milyar û 951 milyon dolar.
Îxracata 12 mehên dawîn ji li gor heman heyama par ji sedî 1,6 daket û bû 153 milyar û 66 milyon dolar.