Nihat Kavşut
30 Mijdar 2019•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2019
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Fatîh Donmez: "Rêwîtiya TANAPê ya Anadoluyê ya hezar û 850 kîlomêtroqere îro diqede û rêwîtiya ji bona Ewropayê dest pê dike."
Donmez di Merasima Vekirinê ya Girêdana Ewropayê ya TANAPê da axivî.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Fatîh Donmez diyar kir rêwîtiya TANAPê ya Anadoluyê ya hezar û 850 kîlomêtroqere îro diqede û rêwîtiya ji bona Ewropayê dest pê dike.
Donmez destnîşan kir rawestgeha ewil ya xeta boriyê Anadolu ye û wiha got: "Ji bona xazê bişînin Ewropayê em amade ne. Em pêvajoya ji vir û pê da êdî emanetî dostên xwe yên Ewropayî dikin."