Haydar Şahin
08 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2020
Seba lêgerîna petrolê 4 ruxset dan Şirketa Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TP).
Biryara li ser mijarê ya Midûriyeta Giştî ya Karên Petrol û Madenê ya Wezareta Çavkaniyên Siruştî û Vejenê di Rojnemaya Fermî da hat weşandin.
Li gor vê di nav sînorên Samsun, Sînop, Amasya û Çorumê da ji bo 4 qadan ruxseta lêgerîna petrolê dan Şirketa Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê
Ruxsetên ji bo qadên mezinahiya wan di navbera 58 hezar û 350 hektar û 58 hezar û 580 hektarî da diguhere ew ê ji bo 5 salan derbas bibin.