ANKARA
Di kirîn û firotina xurek, sotemenî, gewher û têlefona destan de ji sibê şûn de êdî bi qartên qrediyê teqsîtkirin dê neyê kirin. Ji bilî van tiştan teqsîtkirina tiştên mayî jî herî zêde dê li 9 mehan bê belavkirin.
Saziya Kontrolkirin û Verastkirina Bankavaniyê (BDDK) di rêvebernameya der barê kartên krediyê û bankeyan de guherîn çêkiriribû û ev guherîn jî di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin.
Li gor biryarê, sepandina nû sibê dikeve rewacê û dê bi awayekî fermî dest pê bike.