Türkan Tosun
12 Gulan 2020•Rojanekirin: 12 Gulan 2020
Warêlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 29,85 dolarî tê firotin.
Warêlê nefta brent duh heta 30,11 dolarî derket û bi 29,63 dolarî roj temam kir. Warêlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.40î pê va ji sedî 0,72 zêde bû û bû 29,85 dolar. Di heman demê da warîlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 24,52 dolarî hat firotin.
Piştî ku Erebistana Siûdî daxuyand ji bilî kêmkirinên di 1ê Gulanê da hatin destpêkirin ewê jî hilberîna neftê milyonek warêlî kêm bike û hin hilberînerên din jî gotin ewê jî kêmkirinan bikin bihayê neftê hêdî hêdî normal dibe.
Li tevahiyê dinyayê ji bo ku aborî dîsa wek berê zindî be tevdîrên li hemberî şewba Kovîd-19yê tên dîtin hêdî hêdî tên kêmkirin ku dîsa tesîra vê jî li ser bihayê neftê heye.