Önder Beyter
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
RAMALLAH
Wezareta Tûrîzm û Berhemên Dîrokî ya Filistînê ragihand, Îsraîlê "qedexeya ku li Şerîeya Rojava dabû ser têketina tûrîstên biyanî" rakir.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat destnîşankirin ku biryara "qedexekirina têketina tûrîstên biyanî ya ji bo bajarên Filistînê" ku çendek berê bi destê Rêveberiya Çavdêriya Sînor a Îsraîlê hatibû dayîn, hat betalkirin.
Di daxuyaniyê da herwiha hat destnîşankirin ku biryara navborî ya betalkirinê îro gihîşt ber destê wezaretê.
Rêveberiya Çavdêriya Sînor talîmat dabû fîrmayên ku tûrîstan tînin îsraîlê da ku vîzeyê nedin tûrîstên biyanî yên ku dixwazin derbasî xaka Filistînê, bi taybetî jî Beytullehîmê bibin.
Hejmara tûrîstên ku xaka Filistînê ziyaret kirin di nîvê yekemîn ê sala 2015an da 999 hezar bû, lê ev reqem di heman serdema sala 2016an da berjêrî 951 hezarî bû.
Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava ji 1967an vir va di bin dagirkeriya Îsraîlê da ne. Li Qudsa Rojhilat a dagirkirî 200 hezar, li Şerîeya Rojava jî 400 hezar niştecihên cihû hene. Li gorî hiqûqa navneteweyî hemû deverên xwecihî yên cihû yên li van deran, derqanûnî tên hesibandin.
Xeta Xezeyê jî ji sala 2006an vir va di bin dorpêça Îsraîlê da ye. Îsraîlê "Dîwarê Cihêbûnê" ava kir û bi vî awayî rê li ber filistîniyên ku dixwazin ji Şerîeya Rojava derbasî Qudsê bibin, dibire.