Haydar Şahin
31 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Nîsan 2017
ANKARA
Îxracata Tirkiyeyê di meha sibatê da li gor heman meha sala par ji sedî 1,9 kêm bû dakete 12 milyar û 127 milyon dolarî, îtxalat jî ji sedî 1,6 zêde bû gihîşte 15 milyar û 820 milyon dolarî.
Îstatîstîkên bazirganiya bi derva ra ya berwext ên der barê meha sibatê da yên ku Wezareta Gumrik û Bazirganiyê û Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê amade kiribûn hatin eşkerekirin.
Li gor vê îxracat di meha sibatê li gor heman meha sala par ji sedî 1,9 kêm bû dakete 12 milyar û 127 milyon dolarî.
Îtxalata heman demê jî ji sedî 1,6 zêde bû gihîşte 15 milyar û 820 milyon dolarî.
Di vê demê da ferqa di navbera îtxalat û îxracatê da jî ji sedî 15an zêde bû û ji 3 milyar û 211 milyon dolarî gihîşte 3 milyar û 693 milyon dolarî.
Rêjeya îtxalatê ya li gor îtxalatê di sibata sala par da ji sedî 79,4 bû îsal dakete ji sedî 76,7an.