Di sala 1993an de li bajaroka Altinovayê ya ku girêdayî navçeya Korkûta Mûşê ye 9 kes hatibûn şewitandin. Doza vê bûyerê li Kirikkaleyê dest pê kir.
Ji bo ewlehiyê doz li Kirikkaleyê tê dîtin. Piştî ku navber dan dozê Parlamenterê BDPê yê Mûşê Sirri Sakik li ber avahiya Edliyeyê daxuyanî da rojnamevanan. Sakik destnîşan kir ku kujerên vê bûyerê diyar in, bi salan e ji bo vê dozê têkoşînê didin û wiha axivî:
"Heger em ê li Tirkiyeyê aştiya navxweyî pêk bînin divê em bi rabirdûya xwe re rû bi rû bibin û kujeran bibînin û teslîmî dadgehê bikin. Divê em hemû hizûr û edaletê bi dest bixin. Cara ewil e ku em ji têkoşînê derbasî pêvajoya diyalogê bûne. Ev firsendeke dîrokî ye, kî sûcdar e û li dijî gel sûc kiriye, divê bê darizandin. Serokwezîr di sala 2005an de li Diyarbekirê wiha got 'Dewletên mezin bi rabirdûya xwe re rû bi rû dibin, divê em pêşerojê bi hev re saz bikin', kujerên vê dozê diyar in. Ev bûyer di sala di 1993an de li bajaroka Altinovayê ya ku girêdayî navçeya Korkûta Mûşê bû. Bi cilên xwe yên leşkeriyê û bi apoletên xwe û bi wesaîtên xwe yên leşkeriyê hatin û 9 kes kuştin. Piştî têkoşîna me ya li parlementoyê û bi xêra hin hevalên me yên hiqûqnas, 20 sal bi şun de doz hat vekirin."