ANKARA
Serokomar Abdullah Gul pêşnûmaya der barê dadgehên cezayê yên taybet de ku di çaçroveya zagona têkoşîna li dijî terorê de hatibûn avakirin pejirand. Bi vê pêşnûmayê dadgehên taybet hatin rakirin.
Li gor daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomartiyê pêşnûma ji aliyê Gul ve hatiye pejirandin û ji bo ku were weşandin şandine Serokwezîrtiyê.
Li gor zagonê dadgehên taybet ên ku di çarçoveya zagona têkoşîna li dijî terorê de hatibûn avakirin ji holê radibin.
- Bozdag: "Lêpirsîna taybet ji holê radibe"
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag der barê pejirandina pêşnûmaya dadgehên cezayê yên taybet de wiha got: "Pêşnûmaya ku Serokwezîr Gul pejirand beriya her tiştî pîroz be. Ev verastkirineke girîng e. Piştî ku di rojnameya fermî de weşiya dê bikeve rewacê."