ŞANLIURFA
Li Siwereka Rihayê meha pîroz Remezan bi çalakiyên cûr bi cûr hate oxirkirin.
Li Mizgefta Bahçelîevlerê piştî nimêja terawîhan a dawî semazenan bi lawijên tirkî û kurdî pêşane pêşkeş kirin. Welatiyan jî bi wan re îlahî gotin.
Melayê Mizgeftê Ahmet Konal da xuyakirin daxwaza wan ev e ku van pêşaneyan her sal wek kevneşopiyekê bikin.
Konal spasiya hemû kesên ku piştgirî dane wan kir û got: ''Me meha Remezanê bi awayekî xweş oxir kir. Aqûbet li serê sala pêş me be."