"2yemîn Şûraya Rojnamegeran a Cihana Tirkan" ya ku AA "Hevkarê wê yê Ragihandina Global" e û yekemîn car par li Eskîşehîrê hat lidarxistin, dê di navbera 26 û 29ê gulanê de li Kazana paytexta Komara Tataristanê were kirin.
Şûraya îsal dê bi hevkariya Federasyona Rojnamegeran a Dinyayê û dezgeha TATMEDIAyê ya Komara Tatarîstanê ve were lidarxistin. Hêmaya sereke ya şûrayê jî dê "Li Avrasyayê Ragihandin û Havkarî" be.
Dezgehên dewletê yên mîna Serokatiya Ajansa Koordînasyonê û Havkariya Tirkan (TÎKA), Serokatiya Civakên Eqreba û Derwelat ya Serokwezîrtiyê (YTB), Teşkîlata Navneteweyî ya Çanda Tirkan (TURKSOY), Midûriyeta Giştî ya Çap, Belavkirin û Enformansyonê ya Serokwezîrtiyê (BYEGM) û TRT Avaz pişgiriyê didin şûrayê û Anadolu Agency jî dê bibe "Hevkarê wê yê Ragihandina Global".