ÎSTANBÛL
Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Ayê ya ku di seridandinên Şampiyoniya Fitbolê ya Ewropayê ya 2016an de, di koma Ayê de cih digre bi Qazakistanê re hat hemberî hev.
Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Ayê bi Qazakistanê re li Arenaya Tirk Telekomê hat hemberî hev.
Di deqîqeya 25emîn de Bûrak Yilmaz gola ewil avêt û Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Ayê 1-0 pêş ket . Di deqîqeya 29emîn a pêşbirkê de, Tirkiye bi gola Bûrak Yilmaz re 2-0 bi ser ket. Serdar Azîz gola sêyemîn di deqîqeya 82emîn de avêt.
Di deqîqeya 87emîn de, ji tîma Qazakistanê Smakov golek avêt. Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Ayê, Qazakistanê 3-1 têk bir.