MARDÎN
Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler, piştî merasîma vekirina Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya Şirnakê hate Mardînê.
Guler, piştî ku li otêlê bêhna xwe veda li mala boyaxkerê solan Omer Geçît ku bavê 4 zarokan e paşîv xwar.
Guler, piştî paşîvê ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku meha Remezanê bi aramî û bi bereket derbas dibe û wiha dewam kir: "Înşaelleh ev serdana me jî dê ji vê mala re bereketê bîne. Fikra me hembêzkirina hemû civakê ye."
Omer Geçît jî kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: "Xweda, yekîtiyê bike navbera hemû kesan. Bila ji bo xatirê vê mehê li hemû malan şahî hebe. Înşaelleh ji bo hemû umetê bibe xweşî û bereket."
Keçika malê ya piçuk Buşrayê jî got ku yekem car e wezîrek hatiya serdana mala wan û ji vê yekê gelekî bi kelecan û kêfxweş e. Wezîr Guler jî pişt re pêlîstok diyarî zarokan kir.
Li gel Wezîr Guler Waliyê Mardînê Ahmet Cengîz, şaredar Mehmet Beşîr Ayanoglu, parlementera AK Partiyê yê Mardînê Gonul Bekîn Şahkulubey, Serdarê Cendermeyan ê Bajêr Vural Erol, Serokbajarê AK Partiyê Îbrahîm Fîde beşdarî paşîvê bûn.