ÎSTANBUL
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk destnîşan kir ku 10 berhemên dîrokî û çandî yên li Tirkiyeyê ku Dêra Axdamarê, Qesra Yildizê, Bajarê Antîk ê Aspendosê, Herêma Frîgyayê, Pireya Dirêj û Tirbeya Îsmaîl Fakîrullah jî di nav da ye, ketin Lîsteya Berwext a Mîrasa Cîhanê ya UNESCOyê.
Çelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku do xebereke mizginiyê hat û wiha xeberda: "10 berhemên dîrokî û çandî yên li Tirkiyeyê ketin lîsteya UNESCOyê. Dêra Axdamarê, Qesra Yildizê, Bajarê Antîk ê Aspendosê, Bajarê Antîk ê Stratonîkeîayê, Herêma Frîgyayê, Pireya Dirêj, Tirbeya Îsmaîl Fakîrullah, Bajarê Dîrokî yê Axiyê yê Mudurnûyê, Mezelê Çiya ê Qralê Pontusê û Çiyayê Harşenayê û Kuliyeya Eshabê Kehf ketin Lîsteya Berwext a Mîrasa Cîhanê ya UNESCOyê. Tevî van berheman 62 berhemên dîrokî û çandî yên li Tirkiyeyê ketin lîsteyê."